Haydar Şahin
09 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
MUŞ
Li Mûşê ji ber ku germahiya hewayê ji ya demsalê zêdetir e heywandar heywanên xwe berî çêrê didin û ji ber vê jî kêfxweş in.
Dema hewa bê baran û germ derbas dibe herî zêde heywandar şa dibin.

Cuneyt Bozyîgitê heywandar ê ku li gundê Tandoxanê dijî di daxuyaniya xwe da got ji ber ku germahiya hewayê li gor demsalê germ derbas dibe heywanên xwe derdixin û diçêrînin.
Bozyîgît got ku di saya vê da ji giha û kayê teserufê dikin û wiha axivî: "Îsal berf derengî ket û hewa germ e ji ber vê bihayê giha û kayê hinekî daket. Em hê jî heywanên xwe li mêrgan diçêrînin.
Abdullah Kurtogluyê heywandar jî got, "Em hatine nîvê meha berfanbarê lêbelê hê jî heywanên xwe diçêrînin. Berf çiqasî dereng bibare em dikarin ewqasî heywanên xwe biçêrînin. Sala par berf zû barî û zivistanê zû dest pê kiribû. Ji ber vê heywandaran di dîtina alif da tengasî kişandibûn. Îsal tengasiyeke me ya wisa tune."