04 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê nizimtirîn pileya germê li Agiriyê jêr sifirê 28,8 pile hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li tevahiya herêmê hewayê sayî û kêmewr be.
Herwiha dîsa tê texmînkirin ku germahiya hewayê wê jêr pileya normal a demsalê be û bayekî sivik jî dê ji hêla başûrê herêmê va bê.
Bi şev nizimtirîn pileya germê li Agiriyê jêr sifirê 28,8 pile, li Qersê jêr sifirê 21,3 pile, li Erziromê jêr sifirê 18 pile, li Îdirê jêr sifirê 17,4 pile, li Erdexanê jêr sifirê 11,3 pile û li Erzinganê jî jêr sifirê 10,7 pile hat pîvan.
Tê pêşbînîkirin ku bi roj jî berztirîn pileya germê li Erdexan û Erzinganê jêr sifirê 2 pile, li Îdirê jêr sifirê 3 pile, li Qers û Erziromê jêr sifirê 6 pile û li Agiriyê jêr sifirê 10 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 88, li Erziromê 48, li Qersê 34, li Erdexanê 29 û li Îdirê jî 12 santêmêtro hat pîvan.
Peywirdaran welatî hişyar kirin da ku li hemberî şepe, cemed û seqema li ser rêyan baldar û hişyar bin.