Tirkiye

Li Toqatê erd bi lerza 4ê hejiya

Harun Kutbe  | 20.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Li Toqatê erd bi lerza 4ê hejiya

Ankara

Li Nîksara navçeya Toqatê erd bi lerza 4ê hejiya.

Li gor agahiyêh li ser malpera AFADê di saet 10.02yan da erd bi lerza 4ê hejiya û navenda erdhejê jî Nîksara navçeya Toqatê ye.

Hat tesbîtkirin ku erdhej 12,37 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

Şaredarê Nîksarê Ozcan diyar kir ku ji ber erdhejê rewşeke neyînî çênebû

Şaredarê Nîksarê Ozdîlek Ozcan diyar kir ku ji ber erdheja bi lerza 4ê çêbû li Nîksarê di jiyana welatiyan da tu pirsgirêkek pêk nehat.

Ozcan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îro ber destê sibê li Nîksarê erd hejiya.

Ozcan destnîşan kir ku hejiyan û wiha pê da çû: "Piştî erdhejê erd bi lerzên piçûk hejiya. Şikur hetanî niha rewşeke neyînî çênebû û tengasî derneket. Xwedê ji nebaşiyan mihefeze bike. Derbasî be. Ekîbên me xebatên xwe didomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın