Tirkiye

Artêşa Tirkiyeyê bi "Pencik"ê hêlînên terorê xirab dike

Sarp Özer  | 20.11.2021 - Rojanekırın : 21.11.2021
Artêşa Tirkiyeyê bi "Pencik"ê hêlînên terorê xirab dike

Ankara

Qomandoyan di herekatên Pencikê da di nav 7 mehan da 831 terorîst beretef kirin. Di dîmenên hatin weşandin da pêşketina qomandiyan tê dîtin.

Li gor agahiyên ji Wezareta Parastina Neteweyî hatin sitandin, operasyonên Pencik-Şîmşek û Pencik-Yildirimê yên ji nîsanê pê va li bakurê Iraqê dan destpêkirin dewam dikin.

Di encama operasyonên Pencikê da 831 terorîst hatin berterefkirin, 1281 sîlah û 316 hezar û 46 fîşengên wan hatin girtin, 1407 şikeft û 1812 teqemeniyên bi destan hatibûn çêkirin hatin îmhekirin.

- Ji tunelên teng ra derbas dibin

Dîmenên operasyonê yên teze hatin weşandin balê dikişînin. Di dîmenan da tê dîtin ku esker di şertên dijwar da wezîfeya xwe dikin yekoyeko dikevin şikeftên terorîst bi kar tînin.

Piştî hildana tevdîran qomando ji tunelên teng ra derbas dibin û odeyên şikeftan kontrol dikin.

Di şikeftan da gelek amûr tên dîtin û ji bo dîsa neyên bikaranîn jî şikeft tên hilweşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın