Tirkiye

Bizinkoviya nêçîrvanên qaçax birîndar kiribû ji mirinê filitî

Yasin Dikme  | 20.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Bizinkoviya nêçîrvanên qaçax birîndar kiribû ji mirinê filitî

Şanlıurfa

 Bizinkoviya nêçîrvanên qaçax li Adiyemanê birîndar kiribû li Navenda Rehabilîtsyon û Xilaskirina Heywanên Kovî ya Golpinara Şanliurfayê tê dermankirin.

Welatiyên li çolê heywanên xwe diçêrandin li ser ewte ewta kûçikan bizinkoviya birîndar dîtin.

Welatiyan bizinkovî hildan cem xwe û haya wezîfedarên Prastina Tebîetê û Parkên Neteweyî pê xistin. Wezîfedaran bizinkovî hildan û anîn Navenda Rehabilîtsyon û Xilaskirina Heywanên Kovî ya Golpinara Şanliurfayê.

Piştî kontrolan hat dîtin ku bizinkovî bi sîlahê hatiye birîndarkirin û wezîfedaran dest bi dermankirinê kir. Di pêvajoya dermankirinê da her roj bizinkovî bi taybetî hat xweyîkirin.

Midûrê Şaxa Jiyana Kovî û Mozvaniyê ya Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî beytar Reşat Ektîren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heywanên kovî yên birîndar li navendê derman dikin.

Ektîren destnîşan kir ku her sal li navendê bi sedan heywanên birîndar derman dikin.

Ekîtran bi bîr xist ku nêçîra bizinkoviyan qedexe ye û wiha pê da çû: "Li Adiyemanê welatiyan bizinkoviya birîndar dît. Me tesbît kir ku bi sîlahê gule berdanê. Li ser xeberê me heywana xwe hilda û anî emeliyat kir. Xwedêkirî di hundirê wê da zirar çênebibû. Bizinkovî hêdî hêdî hat ser hemdê xwe. Piştî dermankirinê em ê dîsa berî çolê bidin. Ez ji ber hesasiyetê ji welatiyan û hevalan xwe ra sipas dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın