Dinya

Sînorên herêma ku wê li Îdlibê ji çekan bê paqijkirin hat eşkerekirin

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand di civînên ku 19-21ê Îlonê bi heyeta Rûsyayê ra hatin kirin da li Îdlibê sînorên herêma ku wê ji çekan bê paqijkirin hat eşkerekirin.

Nihat Kavşut  | 21.09.2018 - Rojanekırın : 22.09.2018
Sînorên herêma ku wê li Îdlibê ji çekan bê paqijkirin hat eşkerekirin

Ankara

ANKARA

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand di civînên ku 19-21ê Îlonê bi heyeta Rûsyayê ra hatin kirin da li Îdlibê sînorên herêma ku wê ji çekan bê paqijkirin hat eşkerekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat diyarkirin ku ji bona li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê îstiqrar çêbe li Soçiyê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn civîn hatibû kirin û piştî civînê jî mutabaqat hatibû îmzekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat destnîşankirin ji bona li ser bicîanîna esasên mutabaqata li Soçiyê biaxivin li wezaretê 19-21ê Îlonê bi heyeta Rûsyayê ra civîn hat kirin.

Wezareta Parastina Neteweyî destnîşan kir di civînê da gorî taybetiyên erdnîgarî û cî û waran li Îdlibê sînorên herêma ku wê ji çekan bê paqijkirin hat eşkerekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.