17 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Li Eruha navçeya Sêrtê di operasyona pê 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin da ji 2 gundparêzên birîndar bibûn yekî jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Eruhê operasyon kirin, di operasyonê da 3 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyona li herêmê hê dewam dike.
Di operasyona ku dewam dike da yekê wan rewşa wî giran 2 gundparêz birîndar bûn.
Birîndar bi firokeyê sewqî navendê kirin ji wê derê li ambûlansan siyar kirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Gundparêzekî birîndar ligel hemû midaxeleyan wefat kir.
Dermankirina gundparêzê din hê dewam dike.