17 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Hat ragihandin ku hevkarê terorêrê yê li Çermîka navçeya Diyarbekirê ji bo êrîşê derketibû keşfê û bi operasyonê hatibû derdestkirin, hat girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr tesbît kir ku N.D.yê hevkarê terorê yê navê "Agir" li xwe kiriye ji bo êrîşa terorê bibin ser Qonaxa Hikûmetê û Edliyeya Çermîkê xebatên keşfê dike.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr operasyon birin ser navnîşanan li navenda navçeyê hatibû tesbîtkirin û N.D. derdest kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"N.D.yê hatibû binçavkirin sewqî dadgehê kirin, dadgehê bi hinceta 'endamtiya rêxistina terorê' û 'alîkirina rêxistina terorê' biryara girtinê da. Di çarçoveya pêkanîna ewlehî û hizûra welatiyan da xebatên li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê bi biryardarî dewam dikin."