Ulaş Güven
05 Îlon 2024•Rojanekirin: 08 Îlon 2024
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê, girtiyan zarok traş kirin.
Di çarçoveya hevkariya Wezareta Edaletê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî da girtiyên di bin sîwana serbestiya kontrolkirî da bi alîkariya hîndekarên pispor li Dibistana Seretayî ya Gundê Gunyaziyê porê 45 xwendekaran traş kirin.
Midûra Navçeyê ya Serbestiya Kontrolkirî Ceyda Yanikoglu Çirakê diyar kir ku wan digel Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî xebat meşand.
Çirakê wiha got, "Hîndekarên pispor ên Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel a Yuksekovayê alîkarî dan me. Girtiyên me di qursa kuaforiyê da perwerde sitandin û paşê porê zarokên me yên li vir traş kirin."