Cuma Sarı
14 Tebax 2024•Rojanekirin: 15 Tebax 2024
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê wesayîtek welgeriya şerampolê, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku plaqeya wê 34 JT 0236 û şofêrê wê Berat Ergîn (34) li nêzî Taxa Yucelenê ya li Rêbeja Siwêreg-Wêranşehirê ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Di qezayê de Reşît Baskinê (84) di wesayîtê da bû li cihê bûyerê mir, şofêr, Zerî Ergîn (64) û Civan Ergîn (1) jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkuj, tenduristî û cendirmeyan çûn cihê qezayê.
Birîndarên ku di wesayîtê da asê mabûn ji hêla ekîbên agirkujiyê va hatin xilaskirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Ji birîndaran Zerî Ergîn ji mirinê nefilitî.