Sayim Harmancı
14 Tebax 2024•Rojanekirin: 20 Tebax 2024
Kundê ku li Hekariyê birîndar hat dîtin, piştî dermankirinê berdan siruştê.
Kesên ku kundê birîndar di valahiya hewayê ya avahiya walîtiyê da dîtin, agahî dan ekîbên Midûriyeta Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP).
Ekîb ketin avahiyê û teyrikê birîndar ji bo dermankirinê birin şaxê.
Kundê ku ji aliyê beytar Mehmet Yıldız va hat dermankirin, ber bi siruştê va hat berdan.