Tirkiye

Li Sancaktepeyê di malekê da tup teqiya

Li Sancaktapeyê li malekê tupa biçûk teqiya û di bûyerê da dîwarên malê xira bûn

Fatih Gazioğlu  | 17.08.2019 - Rojanekırın : 18.08.2019
Li Sancaktepeyê di malekê da tup teqiya

Istanbul

Li Sancaktepeya navçeya Stenbolê li malekê teqîn çêbû.

Li gor agahiyên ku ji Navenda Komutaya Îtfaiyeyê hat hildan, li taxa Mevlana di qatê 5an yê avahiyekê da tupa biçûk teqiya. Ji ber teqînê dîwarên malê xira bûn.

Li ser bûyerê gelek tîmên tenduristiyê, agirkujî û polêsan sewqî herêmê kirin. Di bûyerê da kesekî li malê birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Tîmên îtfaiyeyê ji ber tedbîrê hê li herêmê ne. Li ciyê bûyerê lêkolîna tîman didome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın