Meteorolojiyê ji bona 3 bajaran hişyariya baranê da
Meteorolojiyê ji bona Erzirom, Qers û Erdexanê hişyariya şiliyê da
Erzurum
Meteorolojiyê ji bona Erzirom, Qers Erdexanê hişyariya şiliyê da.
Di daxuyaniya Navenda Hişyariyê û Texmînê ya Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê da hat destnîşankirin tê texmînkirin ku îro li herêmê hewa wê sayî û kêmewrayî be.
Li gor gor texmînan ji piştî nîvro bakurê rojhilatê Erziromê, Qers û Erdexanê û derûdorê şilî wê bibare.
Tê texmînkirin ku di germahiya hewaya herêmê da guherîn çênebe, ba ji aliyê başûr û başûrê rojavayê wê rabe û car caran jî dibe vegere bayê guj.
Germahiya hewayê ya herî kêm li Erziromê 14 pile, li Qers, Agirî û Erdexanê 15, li Tunceliyê 18, li Erzincnê 19 û li Îdirê jî 25 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Îdirê 37, li Tunceliyê 35, li Agiriyê 33, li Qers û Erzincanê 30 û li Erdexanê jî wê 26 pile be.