Haydar Şahin
19 Adar 2020•Rojanekirin: 20 Adar 2020
Li Sêwazê erd bi lerza 4,2yan hejiya.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê, di saet 11.04an da erd bi lerza 4,2yan hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 19 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Waliyê Sêwazê Salih Ayhan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku zêde bi erdhejê hisiyan û wiha axivî: "Şikur ji Xwedê ra tiştek bi tu kesî nehat û zirar çênebû. Ji bajarê me ra derbasî be."
Nazîf Ekînciyê Mûdirê Bajêr ê AFADê jî destnîşan kir ku erdhejê demeke kin dewam kir û hetanî nika îxbara ku tiştek bi tu kesî hatiye nehat.