İbrahim Atmaca
19 Adar 2020•Rojanekirin: 20 Adar 2020
Hat ragihandin ku li Erzirom, Erzincan, Agirî û Îdirê şilope û berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrayî tê payîn.
Li Erzincan û Îdirê baran û şilope, li Agirî û Erziromê jî berf tê payîn.
Germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 5, li Tunceliyê 3, li Erzincanê sifir, di binê sifrê da li Qersê 3, li Agirî û Erziromê 2, li Erdexanê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya zêde li Îdirê 11, li Tunceliyê 7, li Erzincanê 5, li Qersê 4, li Erzirom, Agirî û Erdexanê 3 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 16, li Qersê 12, li Erziromê 9, li navendên kaşûnê li Palandokenê 99, li Erganê 85 û li Sarîqamişê 78 santêm hat pîvan.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kir, li tevahiya herêmê bişev û serê sibê qeşa û cemed tê payîn û divê welatî ji bo qeşa, cemed û seba talûkeya şepeyê li ber pal û berpalan baldar û tevdîr bin.