Mehmet Niyazi Deniz
30 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2023
Li Perwariya navçeya Sêrtê ji bo heywanên çolê yên ku ji ber şertên neyînî yên hewayê birçî dimînin, êm hat danîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî, ekîbên midûriyeta wan û yên cendirmeyê digel mixtar û gundiyan li herêma gundê Ekinduzuyê ji bo heywanên birçî êm danîn çolê.
Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku ji bo heywanên çolê birçî nemînin, xebatên wan dê bênavber bidomin.