30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
SÎÎRT
Di daxuyaniya Walîtiya Sêrtê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Qomandoyan a 3yan ya Sêrtê, Fermandariya Lîwaya Qomandoyên Cendirme ya Çakirsogutê û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr operasyona li Çiyayê Herekolê ya li Perwariyê didomînin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku teyareya bêmirov li herêma Çiyayê Herekolê komêke ku ji 8-10 terorîstan pêk tê tesbît kir û li ser vê 2 teyareyên F-16 êrîşî wê herêmê kirin û di êrîşê da 9 terorîstên ku di amadehiya êrîşê da bûn hatin berterefkirin.
Walîtiyê di daxuyaniyê da diyar kir ku 57 sitargeh û şikeftên ku wek depo dihatin bikaranîn hatin îmhekirin, hetanî nika RPG-7ek, 2 tivingên M-16, 2 tivingên PKMS, keleşkofek, tivingeheke doçka,23 bombeyên desta, 3 bêtêl, 15 teqemenî, 412 tupên mezin ên ku pê bombeyan çêdikin, 35 ton erzaq, gelek amûrên jiyanê û dokuman hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyona ku 18 roj in ji hewa û beja dewam dike da 23 terorîst hatin berterefkirin, 4ên wan jin bi tevahî 9 terorîst teslîm bûn û karûbarên fermî yên terorîstan hê dewam dikin.