01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Di operasyonên do li Lice û Dicleya navçeyên Diyarbekirê hatin kirin da 2 endamên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Diyarbekirê do li Kerpîçorena mezreya Kutluya gundê Liceyê derketin teqîbatê û endamekî rêxistinê berteref kirin û di lêgerînê da keleşeke AK-47, 120 fişeng, şarjorek û çekekeke nêçîrê qefaltin.

Li Tekeya mezreya Kirkpinara gundê Dicleyê li ser îstixbaratê leşker derketin operasyonê û bi endamên rêxistinê ra pevçûn derket.
Hat destnîşankirin di pevçûnê da endamekî rêxistinê hat berterefkirin û hacet û melzemeyên curbecur hatin qefaltin.
- 2 ton û 650 kîlogram amonyum nîtrat hat qefaltin
Li Bîrlika gundê Liceyê li Çemê Bîrkeleyînê li ser îxbara endamên rêxistinê teqemenî di bin pireyê da veşartine leşker derketin operasyonê. Di operasyonê da di 5 bîdonên jelîkan da 80 top qablo, 5 fanorî, 9 qutî lepikên mueyeneyê, 200 serom, 500 enjektor, 250 qutî antîbiyotîk û melzemeyên curbecur yên dermankirinê hatin qefaltin.
Wek mayîn li texma menfezê jî 2 ton û 650 kîlogram amonyum nîtrat hat qefaltin û îmhekirin.