Önder Beyter
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Hat ragihandin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe ewrayî be.
Ji serê sibehê û pê va li dewrûbera Erdexanê şilope dê bibare û her wisa cemed, hişkî û mij dê çêbe.
Li herêma ku germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Tunceliyê 4, li Erzinganê 3, li Îdirê 2, li Erziromê sifir, di bin sifirê da li Agiriyê 10, li Qersê 3 û li Erdexanê jî 2 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 13, li Erzinganê 11, li Îdirê 10, li Qersê 8, li Erziromê 7, li Erdexanê 5 û li Agiriyê jî pileyek be.
Li navendên kaşûnê sitûriya berfê li Palandokenê 108, li Cibiltepeya Qersê jî 53 santîmetre hat pîvan.
Hat xwestin, li hemberî şertên neyînî yên hewayê welatî û peywirdar baldar û bi tedbîr bin.