Tirkiye

Li Mêrdînê du xwişk li malê kuştî hatin dîtin

Halil İbrahim Sincar  | 05.01.2026 - Rojanekırın : 05.01.2026
Li Mêrdînê du xwişk li malê kuştî hatin dîtin Cihat Şayık

Mardin

MARDÎN (AA) - Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê du xwişk di malê da kuştî hatin dîtin.

Suheyla Oya (44) ku li taxa navend a 8 Martê, Kuçeya Aramê dijî û Sumeyye Aya (41) xwişka wê ji ber ku tu xeber ji wan nedihat hildan, eqrebayên wan cab dan Navenda Hewara Acil a 112ê.

Li ser êxbarê ambulans û polês şandin herêmê.

Ekîban derî vekir û dît ku her du xwişk bi sîlahê hatine kuştin.

Cinazeyên wan ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Midûriya Ewlehiya Bajêr ji bo safîkirina bûyerê ekîbeke taybet ava kir.

Ekîban dêhna xwe da kamerayên ewlehiyê yên derdorê û ji bo girtina gumanbarekî ku li gor tesbîta ewil nasnameya wî hat tesbîtkirin, xebat dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın