Tirkiye

Di Otorêya Anadoluyê da li nêzîkî Duzceyê wesayîta bazirganiyê ya sivik di bariyeran ra çû û 2 kes mirin

Göksel Cüneyt İğde, Ömer Ürer  | 05.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Di Otorêya Anadoluyê da li nêzîkî Duzceyê wesayîta bazirganiyê ya sivik di bariyeran ra çû û 2 kes mirin Ömer Ürer

Düzce

Di Otorêya Anadoluyê da li nêzîkî Duzceyê wesayîta bazirganiyê ya sivik di bariyeran ra çû û di encamê da 2 kes mirin.

Wesayîta bazirganiyê ya sivik a plaqe 34 GJA 956 ya D.Y. diajot û ber bi îstiqameta Enqereyê diçû, li tanga Uçkopruyê ji kontrolê derket û li bariyerê li biniya tesîsa rawestînê qelibî.

Li ser îxbarê ekîbên cendirme, tenduristî û îtfaiyeyê bo deverê hatin şandin.

Peywirdarên tenduristiyê tesbît kirin, ajokar û rêwî Î.G. yên di wesayîta ku di bariyeran ra çû asê man, mirine.

Piştî lêkolîna dozgeriyê, term bo morga Nexweşxaneya Perwerde Lêkolîn û Sepanê ya Zanîngeha Duzceyê hatin veguhestin.

Ji aliyekî din va kêliya qezayê ket ber kameraya ewlehiyê ya tesîsa rawestînê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın