Li Qersê ji bo bibîranîna şehîdên Sariqamîşê peykerên berfîn ên ronîkirî
Kars
Li Qersê peykerên berfîn yên ji bo bibîranîna eskerên ku di Herekata Sariqamîşê da şehîd bûn wek temsîlî hatin çêkirin, hatin ronîkirin.
Di çarçoveya wan çalakiyan da yên ku li navçeya Sariqamîşê di 3-4ê Kanûnê da ji bo bibîranîna 111emîn salvegera Herekata Sariqamîşê hatin lidarxistin, peykerên berfîn hatin çêkirin û li tanga Kizilçubukê û herêma otêlên Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê hatin nîşandan.
Peykerên li navenda kaşûnê hatin pêşandan, bi şewqê hatin ronîkirin. Peykerên ronîkirî dîmenên sipehî derxistin holê.
