Yasemin Kalyoncuoğlu
19 Sibat 2023•Rojanekirin: 19 Sibat 2023
Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera înterneyê ya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), di saet 15.04an da navend navçeya Yeşîlyurt bi mezinahiya 4,7an erdhej çêbû.
Hat daxuyandin ku erdhej 7 kîlomêtro di binê erdê da pêk hat.
- Di erdhejê da avahiyek hindik ma ku hilweşe
Li bajêr piştî erdhejê hin avahî û minareyên mizgeftan hindik ma ku hilweşin.
Li ser Kolana Fuzulî avahiyekî 4 qat yê ku ji ber erdhejên navend Meraş e xisar dîtibû û ji ber vê hatibû valakirin ber bi pêş va xwar bû û hindik ma ku hilweşe.
Polêsan kolan ji bo hatin û çûyîna wesayîtan û peyayan girt.