Tezcan Ekizler
14 Tebax 2022•Rojanekirin: 14 Tebax 2022
Li peravên Menderesa navçeya Îzmirê bi lerza 5an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), di saet 06.24an da li Kendava Kuşadasiyê erdhejeke lerza wê 5 e çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdej 7 kîlometro di kûrahiya erdê da qewimiye.
Midûrê Rewşa Acil û Afatê ya Îzmirê Kartal Muhci ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber erdhejê tu zirar çênebû.
Muhci got piştî erdhejê ew bi rayedarên bajêr ra li ser telefonê axivîne û wiha dewam kir: "Heta niha îxbareke neyînî negîhaşt me."
Li Kendava Kuşadasiyê û dora wê tu zirar çênebû.