Tirkiye

Herdu kesên hewl dan li Ezezê alaya Tirkiyeyê biweşitînin hatin qefaltin

Sefa Şahin  | 13.08.2022 - Rojanekırın : 14.08.2022
Herdu kesên hewl dan li Ezezê alaya Tirkiyeyê biweşitînin hatin qefaltin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku A.E.H.yê li Ezeza li herêma Mertalê Feratê ji bo provokasyonê hewl da alaya Tirkiyeyê bişewitîne û M.H.yê alî wî dikir hatine qefaltin.

Soylu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî û wiha got, "A.E.H.yê di rojên borî da li Ezeza li herêma Mertalê Feratê ji bo provokasyonê hewl da alaya me bişewitîne û M.H.yê alî wî dikir bi operasyona hevpar ya îstixbarat, Midûriyeta Ewlehiya Kilîsê û Şurtaya Eskerî ya Ezezê hatin qefaltin."

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ji bo tesbîtkirin û qefaltina şikbarên din xebat didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın