30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2015
HAKKARÎ
Li Hekariyê 3 endamên PKKya rêxistina terorê yên ku amadehiya çalakiyê dikirin hatin qefaltin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku tîmên Midûriyeta Ewlehiyê 3 endamên PKKya rêxistina terorê yên ku amadehiya çalakiyê dikirin li navenda bajêr qefaltin.
Hat destnîşankirin ku xwediyê mala ku 3 terorîst tê da hatin qefaltin, avêtin nezaretê.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da nasnameyên sexte, demançeyek, şarjor û 26 fişek hatin dîtin.