Di hilbijartina giştî ya parlementeriyê ya ku wê 1ê mijdarê bê kirin de ji bo rayên ku tên dayîn bên qebûlkirin divê li ser kaxiza reyê ji bilî mohra "erê" an jî "tercîh"ê tu îşaret, nivîs û îmze tunebe.
Li gor giştînameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) a bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 26an ku bi avakirina lijneyên sandoqan re eleqedar e, raye û wezifeyên wan eşkere dike sandoq wê li eywan û derên fireh ên dibistanan (dibistanên taybet û fêrgehên taybet jî di nav de) ku ji bo vê yekê musaît in dê bên danîn.
Ji bilî hêzên ewlekariyê yên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hatine wezifedarkirin tu kesekî din yên bi cil û bergên fermî jî di nav de wê nikaribin bikevin cihên ku sandoq lê ne.
Muşahidên ku li ser sandoqan cih bigirin divê ji kar û barên raya giştî nehatibin dûrxistin û kamil bin, kesên xwedî van taybetiyan nebin dema bên tespîtkirin wê ji ser sandoqan bên dûrxistin.
Giştînameya kar û barên lijneya sandoqê diyar dike ku berpirsyariya ewlehiya sandoqê li ser milê serokê sandoqê ye. Divê Lijneya Sandoqê saetek beriya dengdayînê bên cihê xwe û sond bixwin, piştî ku muameleyên fermî jî bi dawî bûn wê demê pêvajoya dengdayînê dest pê dike.
Her hilbijêrên ku di lîsteya erêkirî ya sandoqê de cih digirin xwediyê rayeya ray avêtinê ne.
- Dema dengdayînê
1ê mijdarê roja yekşemê dengdayîn wê serê sibehê di saet 08.00an de wê dest pê bike û di saet 17.00an de wê bi dawî bibe lê li gor biryara LHByê ya bi jimara 2015/1572an li bajarên Adiyaman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elazig, Erzîncan, Erzirom, Gazîantep, Gîresun, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Malatya, Kahramanmaraş, Mardîn, Muş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tuncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê dê dengdayîn di saet 07.00an de dest pê bike û di 16.00an de wê biqede.
Di hilbijartinê de nexweş, astengdar û jinên ducanî yên ji bo dengdayînê hatibin ser sindoqan dê neyên sekinandin û rêz hebe jî ewilî ewê raya xwe bidin.
Dema ku saeta temambûna rayavêtinê were û hin kes ji bo dengdayînê hê di dorê da bin, serokê lijneya sandiqê ew ê hilbijêran bijmêre û nasnameya wan ji wan bistînê paşê rayê bide avêtin. Kesên ku piştî saeta ku LHByê eşkere kiriye bên nikarin dengê xwe bidin.
Hilbijêrên ku belgeya agahiya hilbijêriyê di destê wan da tunebin jî dikarin raya xwe biavêjin. Kesên ku belgeya wan tune û di kitukê da navê wan hebin ewê nasnameya xwe nîşan bidin û raya xwe biavêjin.
Divê di destê hilbijêrên ku diçin ser sandiqê da nasnameya Komara Tirkiyeyê ya ku li ser nimreya nasnameyê heye, paseport, cizdanê zewacê, belgeya leşkeriyê, belgeya ajokariyê, karta nasnameya ku didin endamên daraza payebilind, dadger û dozgeriyê, belgeya bi wêne ya ku ji notêrê hatiye tesdîqkirin hebe. Hilbijêrê ku di destê wî da ji van nasnameyan yek hebe ewê dengê xwe bidin, wek mayîn nikarin raya xwe biavêjin.
Divê mohra "erê" an jî "tercîh" hebe
Rayên ku di hilbijartina giştî de hatine dayîn ji bo ku bên qebûlkirin divê li ser kaxiza rayê ji bilî mohra "erê" an jî "tercîh"ê tu îşaret, nivîs û îmze tunebe.
Welatiyên hilbijêr ên ku rayê didin ji bo qebûlbûna rayên wan divê li hin tiştan baldar bin.
Kaxizên rayan ên li ser fîlîgrana "Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya Komara Tirkiyeyê" tunebe, yan du caran hatibe mohrkirin an jî li serê mohr tunebe wê neyên jimartin.
Kaxizên hilbijartinê yên ku hatibin qelaştin, an perçek jê hatibe jêkirin, yên ji bilî mohra hilbijartinê li ser mohreke taybet an şopa tilî an jî detnîşanek hebe dê neyên qebûlkirin. Heke li ser partiyeke siyasî an jî namzedekî serbixwe hatibe xêzkirin jî dê ew ray neyên jimartin.
Heke ji zerfa reyê ji bilî qaxiza rayê broşur, îşereteke taybet, nivîs, madeyeke din derkeve dê ew raya ji wê zerfê derkeve jî neyê qebûlkirin.
Hilbijêr dê bi têlefona destan, wênegir an cîhazeke ragihandinê ya din nekaribin bikevin cihê girtî yê raymohrkirinê. Welatî berî raydayînê dê van cîhazên xwe bigrin û teslîmî wezîfedarê ser sindoqê bikin.
Sandoqên li Adiyaman, Agirî, Artwîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Ezircan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sewas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê û girtîgehên ku li van bajaran beriya saet 16.00an, li bajarên din jî beriya 17.00an wê neyên vekirin.