30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2015
ANTALYA
Li Antalyayê ji 3 kesên ku di operasyona dijî DAEŞa rêxistina terorê da hatibûn binçavkirin û sewqî dadgehê kiribûn kesek hat girtin.
Rifat D. Madîn B.ya welatiya Rûsyayê û Abdûl R. yên ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr binçav kiribûn piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin.
Abdûl R. bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hat girtin. Madîn B. bi destê dadgehê serbest hat berdan, cezayê kontrola edlî dan Rifat D.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê di 27ê cotmehê da bi îdiaya têkildarbûna bi endamên DAEŞa rêxistina terorê Rifat D. Madîn B.ya welatiya Rûsyayê û Abdûl R. binçav kiribûn.