Önder Beyter
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
DUZCE
Rêya Anadoluyê û rêbejaya D-100î li tanga Çiyayê Boluyê û li navenda bajarê Duzceyê di bin tesîra berfeke xurt da ye.
Li herdu cihên destnîşankirî ji ber ku bi şev berfeke zêde barî, li ser rê li tanga Sariçokek û li texma Viyadukan ber îstiqameta Enqereyê berê hin otobusan vegeriya.
Ji ber ku otobus û TIR nelibitîn, îstiqameta Enqereyê bo qederekê dan ser rêya D-100î.
Herwiha berf li hêla Boluyê li tanga Elmalik û Seymenlerê, li hêla Duzceyê jî li tanga Bakacak, Biçkiyani, Kaynaşli û Karanlikdereyê dewam dike.
Dîsa li viyadukên 1, 2 û 3yemîn ên Rêya Anadoluyê û li tanga Tunela Çiyayê Boluyê jî berf dewam dike.
Ekîbên rêbejayê li herêmê xebatên xwe yên paqijkirinê dewam dikin û xwê li rê wer dikin. Ekîbên trafîkê jî di mijara lez û mesafeya teqîbê da ajovanan hişyar dikin.