Sevim Hatun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê hin kesên nasnameya wan nediyar êrîşî park û ciyên lîstika zarokan ên ku Şaredariya Hekariyê çêkiribûn kir.
Şaredariya Hekariyê ya ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve lê wezîfedarkirin hatibû kirin li herêmê cara ewil 5 park û 17 komên lîstikê çêkirin.
Kesên ku nasnameya wan nediyar park û ciyên lîstikê yên li taxên cuda hatibûn çêkirin xirab kirin.
Di êrîşê de ciyên ku ji welatî lê rûdiniştin bi tevahî hatin xirabkirin.
Şêniyên taxê li hemberî vê texrîbatê bertek nîşan da.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariyê ji bo qefaltina kesên ku park û ciyên lîstikê xirab kirin xebat dan destpêkirin.