Ayşe Yıldız,Sezen Gürbüz,Talip Demirci
26 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2024
Li cihên bilind ên Antalyayê berf, li navenda bajêr jî baran dibare.
Berfa ku bi şev li navçeya Korkuteliyê destpê kir, destê sibehê bandora xwe zêde kir. Navenda navçeyê ku bi qasî 45 kîlometroyan dûrî navenda Antalyayê ye, spîçîl bû.
Rêyên taxên Ulucak, Taşkesigi û Yelemeyê ku duhê ji ber berfê asê bûbûn, bi xebata ekîbên Rêveberiya Karûbarên Fenê yên Şaredariya Korkuteliyê, ji hatûçûnê ra vebûn.
Ji bo neyênî çênebin, ekîb xebatên xwe yên maliştina berfê didomînin.

Texma Gullupinara li ser rêbeja Antalya-Denizliyê jî ku duhê ji ber berfê hinekî asê bûbû, bi xebata ekîbên Rêbejan bi temamî ji hatûçûnê ra vebû.
Her wiha hatûçûna ber bi Kuruovabeliya ser bi navçeya Kaşê ku duhê êvarê ji ber berfê asê bûbû, êdî vekiriye.
Barîna berfê li beşên bilind berdewam e, li Navenda Kaşûnê ya Saklikenta li ser Beydaglariya ku bi qasî 50 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e, qalindahiya berfê gihişt 56 santîmetroyan.