Abdullah Tel
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Li peravên Behra Marmarayê yên li Silivriyê bi lerza 3.8an erdhej çêbû.
Servîsa Agahdarkirina Erdhejê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand ku di saet 14.03an da bi lerza 3.8an erdhej çêbû.
Erdheja ku 12,23 kîlometre di bin behrê da û 21,45 kîlometre dûrî Silivriyê qewimî li dor û berê jî hat hîskirin.