Nihat Kavşut
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê cotkarek ji bona biceribîne "hinara qudretê" danî û hinarên ku feydeyên wê zêde ne çêbûn.
Halîl Taştanê qederê 3 sal berê tovê ku ji hevalekî xwe sitend danî û 3 sal bi şun da jî 20 kok bi dest xist fêkiyan bi rûnê zeytûnê li hev dixe, demekê dihêle û peyra dermanê çêdibe bêpere dide nexweşan.
Hinara qudretê li gelek dewletan ji bona nexweşîna diyabetê, nexweşînên hûr û roviyan, nexweşînên çerm, enfeksiyonên vîral û birîn û şewatê derman e û li herêmê jî ji bona kesên li şifayê digerin eleqeyeke mezin dibîne.
- Bêpere dide nexweşan
Halîl Taştanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ji ber ku ji hûrê xwe nexweş bûye 3 sal berê li ser gotina hevalekî xwe hinara qudretê daniye û got ku min bi tovekî dest bi kir û niha 20 kok heye.
Halîl Taştan diyar kir hinara qudretê bi rûnê zeytûnê li hev dixe û demekê dihêle û wiha got: "Ji bona nexweşîna hûr baş e. Min dît ku çêdibe min her sal zêde kir. Feyde da min û didim derdora xwe jî. Nexweşên ji Şanliurfa, Heran û gundan hatin bi îzna Xwedê şifa dîtin. Ez bêpere didin nexweşan."
Serokê Odeya Ziraetê ya Akçakaleyê Mehmet Ayhan destnîşan kir bihîstiye ku Halîl Taştan hinara qudretê daniye hatiye serdana wî û got ku em bi cotkarên xwe ra diaxivin ku em dikarin çi bikin.
Ayhan diyar kir wê hewl bidin ku li herêmê hinara qudretê zêde bibe.