07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê, mêvanên ji Sûriyeyê yên di konbajara da dimînin, fitara xwe ya ewil kir.
Li Tesîsa Konaxê ya Şah Suleyman ku lê 30 hezar penaber dimînin, jinên sûriyeyî xwarinên herêmî çêkirin û sifreyên xwe bi van xwarinan xemilandin.
Sûriyeyiyên ku di vê meha Remezanê da jî ji welatê xwe dûr in xemgîn bûn. Berî fitarê li televîzyona Ereban temaşe kirin.
Hamed Selîmê ji Sûriyeyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ev çar Remezan in ku ji welatê xwe dûr in, hêviya wan ew e ku demek berî demekê şerê li welatê wan bi dawî bibe û sala pêşiya me di meha Remezanê da li welatê xwe bin.
Sûriyeyiyan ji bi azana mela ra tevî malbatên xwe li dora sifreya xwe rûniştin, bi diayan fitara xwe kirin.