Li Sirûca navçeya Rihayê ji bo penaberên ji Kobanêyê hatine konbajareke daîmî ya ku ji bo 35 hezar kesî hat çêkirin. Niha penaberên ku di konên AFADê û şaredariyê de, di Dibistana Herêmî ya Razanê de diman hêdî hêdî derbasî konên nû dibin.
Koma ewil a ku ji 135 kesan pêk tê bi wesayîtan ve birin konbajarê nû. Penaber bi kolonya û çîkolatê hatin pêşwazîkirin. Piştî karên wan ên qeydkirinê malbat di konên xwe de bi cih bûn.
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî daxuyand ku ev 4 meh e ku alîkariya penaberan tê kirin û wiha axivî:
"Qasî 2 mehan e xebatan dewam dikir û êdî xebat qediyan. Me koma ewil a ku ji 135 penaberan pêk tê bi cih kir. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî ji me re gotin ku di nav konbajaran de ev der cihê herî modern û pêşveçûyî ye. Ji bo birayên me yên ji Kobanêyê her tişt hatiye amadekirin. Em dixwazin ku bila tu fikara wan nebe. Bila vê derê wek girtîgeh neyê dîtin. Ev der ji bo wan wê bibe cihekî ku ew bi rehetî bikarin tevbigerin, dan û stendinê bikin, zarok bi azadî herin dibistanê û bilîzin. Hatin û çûyina konbajar wê serbest be, destûra wan a xebatê wê hebe."
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk jî hate cihê kampê û bi penaberan re axivî. Kuçuk der barê xebatan de ji rayedaran agahî hilda.