Fırat Taşdemir
06 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2024
Li peravên Behra Egeyê di saet 14.53yan da bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), hejeke bi mezinahiya 4,2yan ya ku navenda lerza wê peravên Tengava Çandarliyê ya Behra Egeyê ye hat qeydkirin.
Hat tesbîtkirin, erdhej 9,18 kîlometre di kûrahiyê da û 7,33 kîlometre li peravên Aliagaya navçeya Îzmirê çêbû.