Ankara
Li Dursunbeya navçeya Balikesîrê bi lerza 4,7ê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD) di saet 22.31ê da li nvçeya Dursunbeyê bi lerza 4,7ê erd hejiya.
Li gor tesbîtê erd 11,49 kîlomêtre di binê erdê da çêbû, ji bajarên der û dorê jî hat hîskirin.
Waliyê Balikesîrê Hasan Şildak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku rewşeke neyênî tuneye, ekîbên AFAD û cendirmeyan li herêmê kontrolan dikin.