11 Hezîran 2019•Rojanekirin: 12 Hezîran 2019
Li Sêrtê bi îdiaya alîkirina PKKya rêxistina terorê ji bo 33 şikbaran biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser PKKya rêxistina terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Eruhê dimeşîne da li dijî kesên tê îdiakirin alîkariyê didin rêxistinê û rêxistinê fînanse dikin xebat hatin meşandin.
Di çarçoveya lêpirsînê da Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ji bo binçavkirina 33 şikbaran li Sêrt, Eruh, Perwariya navçe, Alanya û Kepeza navçeyên Antalyayê, Akdenîz û Torosa navçeyên Mêrsinê û navenda bajêr, Batman, Îpekyoliya navçeya Wanê û Gazîosmanpaşaya navçeya Stenbolê operasyon li dar xist.
Xebatên lêgerîn û binçavkirina şikbaran hê dewam dikin.