Bi wêneyên ji jor va kişandî menzereyên havîn-zivistana Tirkiyeyê
Wêneyên ku bi destê nûçegihanên wêneyan ên AAyê havîn û zivistanê li çarheqalê welêt li heman ciyî hatin kişandin, di wêneyekî da hatin cemkirin
Bursa
Di wêneyên ku bi destê nûçegihanên wêneyan ên Ajansa Anadoluyê (AA) li deverên cuda yên Tirkiyeyê ji jor va hatin kişandin da hem demsala havînê û hem jî demsala zivistanê di heman sûretî da reng vedan.
Di wêneyên ku nîvê wê ji berfê û nîvê din jî ji keskayiya biharê û xweşiya havînê pêk tên da ji rojhilatê Tirkiyeyê ta rojavayê wê, ji bakur ta başûrê wê, nexasim guhertina demsalê ya li daristan û rêyan li ber çavan dikeve.
Di nava ciyên ku wêneyên wê bi droneê hatin kişandin û bi bedewiya xwe ya her demsalê balê dikişînin da Gola Eymîrê ya li Enqereyê, Keleha Enqereyê, rêya Bursa-Uludaxê, rêya Zozanê Topukê ya li Kaynaşliya Duzceyê, rê û daristanên Behra Reş a Rojava di dikeve navbera Duzce-Zonguldakê, rêya di navbera Odemîşa Îzmirê û Salihliya Manîsayê da, li Kastamonuyê jî rêyên gundên navçeya Abanayê û rêya derwazeya Isirganlik û Esentepeyê hene.
Herwiha rêya Navenda Kaşûnê ya Erciyesê, çivên li tanga Hîsarcikê, "xaçerêya yoncayê" ku Xaçerêya Kocasînan û Xaçerêya Mustafa Kemal Paşa ji hev derbas dibin yên li Qeyseriyê, daristan û rêya li Demîrkoya navçeya Kirklareliyê, rêya Navenda Kaşûnê ya Abaliyê ya li Wanê û rêya di navbera navendê û navçeya Bahçesarayê ji wan ciyan e ku menzereyên wan ên demsala havînê û demsala zivistanê hatin civandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.