Türkan Tosun
26 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Tê texmînkirin li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn tê texmînkirin li giştiyê herêmê serê sibê hewa wê kêmewrayî û sayî be, car caran wê pir eewrayî be, ji nîvro pê va jî li bakurê Erziromê, Erzingan, Qers û Erdexanê barana gur wê bibare.
Li dora Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê car caran barana gur wê bibare, paşê baran û birûsk wê bi hev ra çêbibin.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba wê ji hêla başûr û rojavayê başûr nerm, car caran jî nîveqewî wê rabe. Hêza ba wê li giştiyê Agiriyê di navbera 60-90 kîlomêtroyê da wek bahoz be.
Germahiya herî kêm a şevê wê li Îdirê 16, li Erzingan û Tunceliyê 13, li Agiriyê 7, li Erziromê 6, li Qers û Erdexanê jî 4 pile be.
Li herêmê germahiya herî bilind a rojê jî wê li Îdirê 31, li Tunceliyê 27, li Erzinganê 26, li Agiriyê 25, li Qersê 21, li Erziromê 20 û li Erdexanê jî 18 pile be.
Ji ber bayê xurt a ku wê li Agiriyê çêbibe rayedaran hişyarî da welatiyan ku bila ew baldar bin.