İbrahim Atmaca
26 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrutê daxuyand ku pereyê bêkarî û xebata kurtedem wê di 31ê gulanê da were dayîn.
Selçukê ji bo dayîna pereyê bêkarî û xebata kurtedem daxuyaniya nivîskî da.
Selçukê diyar kir, ji ber ku roja ewil a Eyda Remezanê rastî 4ê hezîranê tê, dîroka dayîna pereyê bêkarî û xebata kurtedem ku divê 5ê hezîranê da were dayîn, pêşda hat hildan û wê 31ê gulanê da beriya eydê were dayîn.
Selçukê got ku divê welatî ji bo vî pereyî bi nasnameya xwe va biçin şaxa PTTyê.