Tirkiye

Ji Meteorolojiyê hişyariya tavî û baranê

Li gor daxuyaniya Meteorolojiyê li qeraxên Behra Reş a Navîn, Behra Reş a Rojhilat û bakurê rojhilatê Anadoluya Rojhilat tavî û baran wê bibare

Türkan Tosun  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
Ji Meteorolojiyê hişyariya tavî û baranê

Ankara

Li qeraxên Behra Reş a Navîn, Behra Reş a Rojhilat û bakurê rojhilatê Anadoluya Rojhilat tavî û baran wê bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li bakurê Tirkiyeyê hewa wê heta sibê ewravî û pirewravî be.

Li qeraxên Behra Reş a Navîn, Behra Reş a Rojhilat û bakurê rojhilatê Anadoluya Rojhilat tavî û baran wê bibare, li cihên din jî tê texmînkirin hewa wê kêmewravî û sayî be.

Tê texmînkirin germahiya hewayê wê pir neguhere.

Ji aliyê bakur ba wê rabe, li Herêma Marmarayê û qeraxên Egeya Bakur danê nîvro car caran wê bayekî xurt (30-50 kîlometre/saet) bê.

- Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare

Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir li herêmê hewa wê pirewravî be. Ji nîvro pê va heta êvarê li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê barana gur wê bibare.

Li herêmê germahî wê li gor demsalê 3-4 pile kêm be, ji hêla bakur va jî ba wê demdemî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Erdexan û Qersê 7, li Erzirom û Agiriyê 10, li Erzinganê 13, li Îdir û Tunceliyê jî 15 pile hat pîvan. 

Tê texmînkirin germahiya nava rojê jî li Tuncelî û Erzinganê 31, li Îdirê 23, li Agiriyê 21, li Erziromê 20, li Qersê 17, li Erdexanê jî wê 15 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın