Tirkiye

Li çiyayê Erzincanê berf barî

Li Esenceya çiyayê herî bilind ê Erzincanê berfa ewil a demsalê barî

İbrahim Atmaca  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
Li çiyayê Erzincanê berf barî

Erzincan

Li Esenceya çiyayê herî bilind ê Erzincanê berfa ewil a demsalê barî.

Li navçeya Uzumluyê serma çêbû û baran barî, bi şev jî ser lûtkeya Çiyayê Esenceyê ku 3 hezar û 549 mêtre bilind e, berf barî.

Ji welatiyan Muhsîn Başgol got ku ser tepa çiyê ku ji navenda navçeyê va dixuyê, spî bû û wiha dewam kir, "Duh bi şev baran barî, hewa gelek sar bû. Em sibetirê rabûn û me dît ku li ser Çiyayê Esenceyê berf bariye. Di meha îlonê da berf barî û hewa pir sar bû. Înşeallah hewa wê wiha neçe. Heke hewa wiha sar bibe wê zirarê bide tiriyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın