"Soza hilhijartinê ya Netanyahu soza dewleteke Apartheîd a nijadperest e"
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu:"Soza hilhijartinê ya Netanyahu ya ku beriya hilbijartinê bi her cure peyamên dijî qanûnê û êrîşkar va dida ji bo dewleteke Apartheîd a nijadperest e."
Ankara
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got "Soza hilhijartinê ya Netanyahu ya ku beriya hilbijartinê bi her cure peyamên dijî qanûnê û êrîşkar va dida ji bo dewleteke Apartheîd a nijadperest e. Emê heta dawiyê heq û hiqûqa birayên xwe yên Filistînî biparêzin."
Wezîr Çavuşoglu li ser Twîtterê bertek nîşanî gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu yên dibêje cihên Cihûyan ên dereqanûnî yên li Şerîaya Rojava wê li ser axa Îsraîlê bên zêdekirin, da.
Çavuşoglu peyama "Soza hilhijartinê ya Netanyahu ya ku beriya hilbijartinê bi her cure peyamên dijî qanûnê û êrîşkar va dida ji bo dewleteke Apartheîd a nijadperest e. Emê heta dawiyê heq û hiqûqa birayên xwe yên Filistînî biparêzin" parve kir.
- Soza Netanyahu ya ji bo îlhaqê
Netanyahu beriya hilbijartina pêşwext a wê di 17ê îlonê da çêbibe daxuyaniyeke çapemeniyê dabû û gotibû di nav demeke kin da Geliyê Urdunê ya li Şerîeya Rojava wê tevî axa Îsraîlê bê kirin.
Beriya hilbijartina 9ê nîsanê jî Netanyahu gotibû heke ew di hilbijartinê da serkeftî bibe ewê vî soza xwe bi cih bîne. Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Davîd Frîedman jî piştgirî dabû Netanyahu û gotibû heqê Îsraîlê heye ku hin qismên Şerîaya Rojava îlhaq bike.
Li Şerîeya Rojava ya ku Îsraîlê di sala 1967an da dagir kir, nêzîkî 250 cih û warên Cihûyan ên dereqanûnî hene û li van deran ji 400 hezarî zêdetir Cihû dijîn.
Li gor hiqûqa navneteweyî li ser axên dagirkirî hemû cih û warên Cihûyan dereqanûnî ne.