Fatih Gazioğlu
04 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexana û Îdira li Herêma Rojhilata Anadoluyê berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê û ewrayî û pirewrayî be û paşê jî berf wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be û herwiha ba jî wê ji aliyê bakur va nerm, car caran jî wê nîveqewî rabe.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Îdirê 1, li Erzincanê 3, li Erziromê 5, li Agiriyê 6, li Qersê 9 û li Erdexanê jî 11 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzincanê 5, li Îdirê 6, li Erzirom, Qers û Agiriyê 1, li Erdexanê jî wê sifir pile be.
Rayedarên Meteorolojiyê hişyarî dan û gotin ku li herêmê dibe cemed çêbibe û ji ber vê hişyarî dan welatî û şofêran.