Haydar Şahin
04 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2019
Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku eskerekî li Çaldirana navçeya Wanê di qezaya sîlahê da birîndar bibû ligel hemû midaxeleyan nefilitî.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 3yê berfanbara 2019an da di dema wezifeya qomandoyan da di encama qezaya sîlahê da eskerek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Ligel hemû midaxeleyan eskerê birîndar xilas nebû û şehîd ket.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber vê em gelekî li ber xwe ketin. Rihma Xwedê li şehîdê me be, serê malbata wî, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me sax be."