Nihat Kavşut
04 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
ANKARA
Di doza mirina Şûle Çetê da bersûc Çagatay Aksu cezayê muebbetê û 12 sal û 6 meh cezayê hepsê û bersûc Berk Akand jî 18 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar.
Di rûniştina doza ku li Mehkemeya Cezayê Giran ya 31emîn ya Enqereyê hat dîtin da biryar hat eşkerekirin.
Heyeta mehkemeyê piştî ku bersûc û parêzeran guhdarî kir hikmê xwe da.
Di doza mirina Şûle Çetê da bersûc Çagatay Aksu ji ber sûcê "kuştina qestî" cezayê muebbetê û ji ber sûcê "êrîşa cinsî" û "tunekirina azadiya şexsî" 12 sal û 6 meh cezayê hepsê û bersûc Berk Akand jî ji ber ku alîkariya Çagatay Aksu kiriye 18 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar.
Heyeta mehkemeyê biryarê bi pirdengî hilda û biryar da ku bersûc girtî bimînin.