Tirkiye

Ji ber hişkahiyê derbe li Bendava Patnosê jî ket

Abdullah Söylemez  | 24.09.2021 - Rojanekırın : 26.09.2021
Ji ber hişkahiyê derbe li Bendava Patnosê jî ket Abdullah Söylemez - AA

Ağrı

 Bendava Patnosê ya li ser Çemê Geviyê ya li Patnosa navçeya Agiriyê ji bo avdana erazî û jiyana kovî gelekî girîng e. Asta ava bendavê ji ber hişkahiyê û şiliya nebarî gelekî kêm bû.

Bendava li bakurê navçeyê ya gel lê masîgiriyê dike, pê zeviyan av dide, çivîkên curbicur lê sitar dibin îsal li gor salên berê gelekî di tesîra hişkahiyê da ma.

Ji ber hişkahiyê ava bendavê gelekî vekişiya, qismeke gundê di binê avê da mabû jî derket holê.

Di sala 1985an da dest bi avakirina Bendava Patnosê kiribûn û di nav 7 salan da bendav hatibû temamkirin. Ji hewayê bi droneyê dîmenên herêma ava wê vekişiyaye hat kişandin.

Prof. Dr. Faruk Kayayê Hîndekarê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Agirî Îbrahîm Çeçenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Agiriyê jî wekî gelek herêmên Tirkiyeyê hişkahî heye.

Kaya bir bîr xist ku li dinyayê hişkahî heye, li herêma Behra Sipî şewatên daristanan derketin û li hin ciya lehî rabû û wiha pê da çû:

"Dema li salên 2020-2021î mêze dikin em dibînin ku baran kêm barî. Li Agiriyê bi taybetî mehên nîsan û gulanê baran gur dibare. Îsal nîsan û gulanê baran kêm barî zivistanê jî berf zêde neket ji ber vê ava çemên ber bi bendavê dikişin gelekî kêm bû. Ji ber vê jî ava gol û bendavan jî kêm bû."

Kaya destnîşan kir ku hişkahî ji bo hemû heywan û însanan dibe xetere, dibê vexwarin û avdanê da ava bi baldarî bixebitînin.

Kaya destnîşan kir ku li Patnosê zevî û mêrgan bi helqên avê av didin ji ber vê jî av gelekî diçe, dibê li navçeya debara xwe bi heywandarî û cotkariyê dikin derbasî sîstemên avdanê yên nûjen bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın