Tirkiye

Li Rojhilatê taviya bibirqetav û berf tê payîn

Meteorolojiyê ragihand ku li herêmê ji ber baranê dibe lehî rabe, av li hin deran biqelibe û di qada çûn û hatinê da jî tengasî çêbibe.

İlhami Erkılıç  | 24.09.2021 - Rojanekırın : 25.09.2021
Li Rojhilatê taviya bibirqetav û berf tê payîn

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê taviya bibirqetav û berf tê payîn.

Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê ragihand ku li seranserê herêmê hewa wê ewrayî be, brûskê vedin û car caran jî wê baran bibare.

Hat destnîşankirin deverên bakur ên herêmê heta nîvrojê û piştî nîvrojê jî Erdexan û der û dora wê û deverên bilind wê di bin tesîra şilopeyê da bin.

Germahiya hewayê ya li herêmê gorî demsalê wê qasî 3-4 pileyî kêm be. Bayê ji alî başûr û rojhilatê başûr ra ku tê jî wê tesîra xwe car caran zêde bike.

Rayedaran got ku ji ber baranê li Erzirom û Agiriyê dibe lehî rabin, av li hin deran biqelibin û brûsk vedin û ev yek jî di jiyana rojane da dibe bibin sedema tengasiyan.

Germahiya hewayê di nav rojê da li Îdirê 28, Tunceliyê 26, Agiriyê 18, Qersê 17, Erzincanê 16, Erzirom û Erdexanê jî 9 pile tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.