20 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2019
Hat tesbîtkirin ji 5 terorîstên li Tunceliyê hatin berterefkirin 3yê wan PKKyî ne û 2yê wan jî endamên MLKPya rêxistina terorê ne û di Lîsteya Terorîstên lê Digerin da cî digirtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di 10ê tîrmehê da li Ovacika navçeya Tunceliyê operasyon kirin û di operasyonê da 5 terorîst berteref kirin. Hat tesbîtkirin ku 5 terorîstan 3yê wan PKKyî ne û 2yê wan jî endamên MLKPya rêxistina terorê ne.
Di daxuyaniyê da bal kişandin ev demeke dirêj e tê zanîn ku PKK û MLKPya rêxistinên terorê hevkariyê dikin, hat tesbîtkirin ku ev terorîstên payebilind ji bo çalakiyê bikin kom bûne û di operasyonê da jî hatin berterefkirin.
Dîsa hat tesbîtkirin ku ji terorîstên MLKPyî yên di Lîsteya Terorîstên Lê Digerin da cî digrin û hatin berterefkirin yek Taylan Kutlarê navê "Seydo" bikar tîne û ji bo wî xelata milyonek û 500 hezar lireyî hatiye danîn, yek jî Hidir Çalliyê navê "Pîrdoxan" li xwe kiriye û ji bo wî 300 hezar lire xelat hatiye danîn.